Enqereyê kuştina pêşmerge şermezar kir
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ve hatî dayîn de hat gotin: “Rêxistina terorîst a DAIŞê bi adiyanê 3 pêşmereyên bi dîl girtin kuşt û vê yekê hêrsbûn peyda kir. Em li vê hovîtiyê naletê tînin û bi tundî şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Xwedê rehma xwe li pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane bike û Xwedê sebre bide maltan wan. Em êşa xwişk û birayên xwe yên Herêma Kurdistanê wek a xwe dibînin. Em dîsa dibêjin, em di têkoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ne û emê bi hemû awayî piştevaniya xwe bidomînin.”
Rudaw
