Kurdên êzîdî: Bila karesata me wek qirkirinê bê naskirin
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê ragihand: “Îro seat 14:00 bi dema Hewlêrê, penaberên kurdên êzîdî dê bang bikin û daxwaz bikin ku êrişa rêxistina DAIŞê li ser wan û karesata Şingalê wek qirkirin bê naskirin.”
Piştî kontrolkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, xelkê berê xwe dan Çiyayê Şingalê, lê beşek li wir man. Çekdarên DAIŞê zilamên wan kuştin û jin û keçên wan revandin. Herwha beşek ji wan berê xwe dan Bakurê Kurdistanê.
Biryar e roja çarşema bê, li Brukselê, Parlamentoya Ewropayê derbarê karesata ku bi serê kurdên êzîdî de hat, bicive û parlamentera kurda êzîdî di Parlamentoya Iraqê de beşdar be.
Rudaw
