Heşd Şe`bî: Em û Pêşmerge di yek bereyê şer de ne
Berdevkê fermî yê Heşd Şe`bî cext dike ku hevkarî û hemahengiya hevbeş li gel hêzên pêşmergeyê Kurdistanê heye û di yek bereyê de li dijî rêxistina terorîstî DAIŞ ew şer dikin.
Bi daxuyaniyeke taybet bo Xendanê Yusif Kelabî ragihand: Li dewrûberê Tikrîtê, hêzên wan hemahengiya hevbeş li gel hêzên pêşmerge heye û ew hevkarî û hemahengî jî heta jinavbirina DAIŞ dê berdewam bêt.
Kelabî diyar kir û got: Li navçeyên Amirlî ya ser bi parzêgeha Selahedînê û li navçeya Celewla li parêzgeha Diyale yê, hêzên Heşd Şe`bî û hêzên pêşmerge di yek bereya şer de ne.
Berdevkê Heşd Şe`bî cext li wê yekê jî kir ku şerê li dijî rêxistina terorîstî DAIŞ`ê, şerê hevbeş ya hêzên wan û hêzên pêşmerge ye. Çûnkî DAIŞ dijminê Êraqê ye û cudabûna di navbera Êraqiyan de nake.
Xendan
