Arinç ji Erdogan hêrs bû: Li vî welatî hikûmetek heye!
Bulent Arinç, li ser gotinên Erdogan ên derheqê komîteya çavdêriyê ya pêvajoyê daxuyanî da.
Arinç diyar kir ku pêwîstiya wan bi şîretên serokomar heye lê divê rexneyên wî nebin sedema xeletfêmkirinê.
Alîkarê Davûtoglu anî ziman ku ew wek endamekî hikûmetê dê Serokwezîr li hember her tişta ku wî bêşîne, biparêze û wiha axivî: “Em ji serokomar hez dikin û hêza wî jî dizanin lê bila ji bîr neke ku li vî welatî hikûmetek heye. Înşala dê piştî 7ê Hezîranê hîn bihêztir rêya xwe bidomîne.”
Erdogan beriya niha gotibû, li gorî min komîteya çavdêriyê tiştekî baş nîne. Li pey wî Arinç jî gotibû, li gorî hikûmetê komîteya çavdêriyê tiştekî baş e û saziya ku welêt birêve dibe hikûmet e û berpirstiya vê yekê jî li ser milê hikûmetê ye.
Rudaw
