900 kurdên êzdî ji dest DAIŞê hatine rizgarkirin
Rêveberê Karûbarên Êzdiyên Revandî li Dihokê Hisên Qaidî di konferensekî ronamevanî de, ragihand ku “Nêzîk 4 hezar û 500 kurdên êzdî ketine dest çekdarên DAIŞê de, di demên borî de û bi gelek awayan hewla rizgarkirina wan hatiye dayîn, ew hewl jî berdewamin.”
Hisêm Qaidî ji televîzyona Al-Arabiya re diyar kir ku wan “900 kurdên êzdî ji dest çekdarên DAIŞê rizagar kirine, ji wan 195 zilam, 304 jin û 430 zarokin.”
Roja 3ê Tebaxê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî y radîkal (DAIŞ) êrîş kiribûne ser navçeya Şingalê, tevî dagîrkirina gelek deverên wê navçey hejmareke zêde ji xelkên wê revandibûn, lê niha praniya navçeyê ji Pêşmere ve hatine rizgarkirin, operasyona azadkirina qezaya Şingalê jî niha tê amadekirin.
Derbarê çawaniya rizgarkirina kurdên êzdî ji dest çekdarên DAIŞê, Qaidî got: “Proseya azadkirina wan kesên revandî bi gelek rêyên nihênî û zehmet birêve diçe, me gelek pere jî di vê derbarê de xerç kirine, ew jî ji dema ku kesê ku hatiye revandin ji dest çekdaran xwe rizgar dike, heta ku digihe Dihokê.”
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê komîteya Şopandin û Bersivdana Raportên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî diyar kir ku, hejmara keçên êzdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin “3 hezar in.”
Rêveberî Nivîsgeha Karûbarên Êzdiyan Hadî Dubanî aşkere kir ku, proseya rizgarkirina wan kurdên êzdî bi 3 qonaxan re derbas dibe, qonaxa yekem lêgerîn û şopandine, qonaxa duyem danûstandine ku praniya caran bi rêya navbênkaran birêve diçe û qonaxa sêyem jî peydakirina pêwsîtiyên kesên ku tên rizgar kirine.
Hadî Dubanî got jî: “Di demo êrîşa DAIŞê de, hezar û 280 kes hatin kuştin, 540 kesên nediyar hene û 280 kes jî li ser Çiyayê Şingalê mirin, dema ku dorpêçkirî bû.”
Basnews
