• Tuesday, 17 February 2026
logo

Newroza Wanê bi ala Kurdistanê xemilî

Gulan Media March 22, 2015 Nûçe
Newroza Wanê bi ala Kurdistanê xemilî
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di pîrozbahiya Newrozê de bi sedan alên Kurdistanê hatin hildan.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li bajarê Wanê pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Ev cara yekemîn e ku PAK ji piştî avabûnê bi awayekê girseyî Newrozê pîroz dike.

Di pîrozbahiyê de ku li Parka Kulturê ya li kêleka Kelha Wanê hat lidarxistin, gellek kesên ku kincên kurdî li xwe kiribûn û ala Kurdistanê hildabûn, beşdar bûn.

Agirê Newrozê ji aliyê Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk û rayedarên partiyê ve hat vêxistin.

Piştî vêxistina agir, Ozçelîk axaftinek kir û got, divê kurd bi rûhê ku di şerê Kobanî û Şingalê de derket holê, bixebitin û wiha axivî: “Yên ku destê dostaniyê didin me nabe em dijminatiya wan bikin. Çavên Kurdan li xaka ti kesî nîne, tenê dixwazin li welatê xwe bijîn. Ne komkujiyên DAIŞê ne jî neviyên Dehak nikarin vê meşa me bidin sekinandin.”

Ozçelîk bersiva Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî da ku “gotibû pirsgirêka kurd tine” û wiha anî ziman: “Demîrel, Ecevît û generalên artêşê jî ev tişt gotibûn. Lê niha ew li ku ne Kurdistan li ku ye? Yekitiyeke rast li ser virr û derewan nayê avakirin, werin em bi hev re komareke federal ava bikin. Xwe jî gelê Tirkiyê jî nexapînin. Dema ev pirsgirêk li ser bingeha du miletan û du dewletan bê dîtin, dê were çareserkirin.”

Piştî axaftina Ozçelîk, hunermendên kurd Birader, Nîlûfer Akbal, Ferhat Top û du komên hunerî yên ji Mûş û Amedê hatibûn, stran gotin.

Rudaw
Top