DAIŞê fermana kuştina 100 leşkerên Amerîka da
Rêxistina DAIŞê li ser hinek malper û rûpelên xwe yên înternetê, wêne û agahiyên li ser jiyana taybet a 100 leşkerên amerîkî belav kiriye û bang li alîgir û endamên xwe kiriye, wan leşkeran bikujin.
Tê gotin ku DAIŞê ew agahî bi rêya hakkirina malper û rûpelên civakî yên wan leşkeran bidest xistiye.
Rayedarekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî ji Reutersê re gotiye, em nikarin wan agahiyan piştrast bikin lê em li ser vê mijarê lêkolîn dikin.
Rojnameya New York Timesê jî ragihandiye, wisa tê dîtin ku ew agahî ji sazî û dezgehên hikûmeta Amerîkayê hatine dizîn.
Roja 13ê Çileya îsal rûpelên twitter û Youtube yên Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê hatibûn hakkirin û li ser wan rûpelan peyamek wiha hatibû belavkirin: “Leşkerên Amerîkî! Hay ji xwe hebin, em hatin!”
Ev peyam ji aliyê koma bi navê “Siber Xilafet”ê ku girêdayî DAIŞê ye, hatibû danîn.
Rudaw
