• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê şehîdkirina sê hêsîrên destê DAÎŞ şermezar dike

Gulan Media March 22, 2015 Nûçe
Hikûmeta herêma Kurdistanê şehîdkirina sê hêsîrên destê DAÎŞ şermezar dike
Civata wezîrên herêma Kurdistanê şehîkirina sê pêşmegeyên hêsîr ji aliyê çekdarên rêxistina terorîstiya DAÎŞê ve, bi dijwarî şermezar dike û dibêje ku, terorîstên DAÎŞ li hember vê tawana xwe ya nemirovane û hovane dê baceke giran bidin.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Nûçeya şehîdbûna her sê pêşmergeyên mêrxasên gelê me; şehîd Hîşam Nebîl, şehîd Piştîwan Osman û şehîd Rizgar Heme Salih bi destê terorîstên DAÎŞ bi wî awayê hov û nemirovane, hemû kuridstanî û mirovdost nerehet û xemgîn kirin. Hêsîrkuştin bi wî awayê hov û dirindane, ji hemû buha û pirensîpên însanî, olî û exlaqî dûr e, kiryarên bi wî awayî cîyên wan bi tenê di ferhenga DAÎŞ û terorîstên wek wan de dibe.

Em bi dijwarî wê tawana dirindane rûreş û şermezar dikin û em bi bawerîn ku dê terorîst beceke giran li hember vê kiryara xwe ya hovane bidin û destê edaletê her dê bigeha wan. Divê terorîst bizanin ku em bi tu awayî li xwîna kurên gelê xwe xweş nabin û divê ew li hember vê tawana xwe li hêviya cezayên giran bin.

Serê hurmet û wefayê li hember van sê şehîdên mêrxas û tev şehîdên Kurdistanê ditewînin û sersaxiyê li xwe û li malbatên serbilindên şehîd Nebîl, şehîd Piştîwan û şehîd Rizgar û tev kurdistaniyan dikin

Nemirî bo canê pîrozê tev şehîdên Kurdistanê

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
22.03.2015

Top