• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Şamê Newroz hat pîroz kirin

Gulan Media March 22, 2015 Nûçe
Li Şamê Newroz hat pîroz kirin
Li paytexta Sûriyê Şamê, berevajî salên borî, îsal girîngiyeke fermî bi Newrozê û şahiyên wê hat dayîn.

Duhî li bajarê Cela li Şamê, bi amadebûna nûnerên Hikûmet û Parlamentoya Sûriyê, dîplomat, lîstikvanên drama Sûriyê û hejmarek berçav ji xelkê, şahiya Newrozê hat li dar xistin.

Ew şahî ji aliyê Insiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê ya bi Serokatiya Parlamenter Omer Osê hat lidarxistin û tê de tevî xwendina çend gotaran, govend hatin gerandin û çend çalakiyên din jî hatin lidarxistin.

Omer Osê di gotara xwe de her du teqînên ku li bajarê Hesekê çêbûn, şermezar kir û got, ewê nehêlin ti carî agirîê Newrozê were vemirandin.

Şeva Newrozê jî, li Şamê şahiyeke ji bi serpereştiya Wezareta Lihevahatinê ya Sûriyê hat lidarxistin û tê de wezîrê Lihevhatina Sûriyê Elî Heyder cejna Newrozê li xelkê Kurd pîroz kir.

Her du çalakî jî ji aliyê medyaya fermî ya Sûriyê bi girîngî hatin şopandin, herwiha televizyonên fermî yên Sûriyê programên taybet bi cejna Newrozê û stranên kurdî jî bi vê helkeftê weşandin.

Rudaw
Top