• Tuesday, 17 February 2026
logo

Minareya Şingalê teqandin

Gulan Media March 22, 2015 Nûçe
Minareya Şingalê teqandin
Minareya Şingalê ya kevnar ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat teqandin. Herwiha niha ew çekdar xaniyên xelkê jî diteqînin.

Fermandarê Lîwaya 4 a Hêzên Pêşmerge li Şingalê Îsa Zêweyî ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibehê seat 09:30 çekdarên DAIŞê minareya Şingalê ya dîrokî teqandin û şûnwareke kevnar a wî bajêrî jinav birin.”

Îsa Zêweyî wiha got: “Ji îro sibehê de, çekdarên DAIŞê li Şingalê dest bi teqandina malên xelkê kirine.”

Minareya Şingalê, ku wek sembola wî bajêrî dihat naskirin û xwedî dîrokeke pir kevin bû. Ji aliyê kurdên êzîdî di serdemên borî de, bo agahdarkirina xelkê ji her bûyerekê û bo karûbarên olî bikar dihat.
Top