Minareya Şingalê teqandin
Fermandarê Lîwaya 4 a Hêzên Pêşmerge li Şingalê Îsa Zêweyî ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibehê seat 09:30 çekdarên DAIŞê minareya Şingalê ya dîrokî teqandin û şûnwareke kevnar a wî bajêrî jinav birin.”
Îsa Zêweyî wiha got: “Ji îro sibehê de, çekdarên DAIŞê li Şingalê dest bi teqandina malên xelkê kirine.”
Minareya Şingalê, ku wek sembola wî bajêrî dihat naskirin û xwedî dîrokeke pir kevin bû. Ji aliyê kurdên êzîdî di serdemên borî de, bo agahdarkirina xelkê ji her bûyerekê û bo karûbarên olî bikar dihat.
