Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê kirdara terorîstiya Hesekê
Di demek da ku gelek bi tundî vê kirdara terorîstên dirinde şermezar dikin, radigihînîn ku tawanên bi vî awayî ya terorîstên dirinde îradeya gelê Kurdistanê ya rûbirûbûna terorîstan û dijminên mirovayetiyê bihêztir dike û rêzên gelê Kurdistanê li beranber dijminan bihêztir û yekgirtîtir dike.
Serxweşiyê li malbat û kesukarên şehîdên vê rûdawa diltezîn dikin û hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn. Ji bo xuşk û birayên me yên li Rojava û Hesekê dûpat dikin ku bi hemû şiyanek ve palpiştê wanîn û amadeyê hemû cûre hevkarî û yarmetîdanêyîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.03.2015
