70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Wezareta Bergiriyê ya Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Li Selahedînê, di encama bombebarana balafirên artêşê li ser çeper û navendên DAIŞê de, nêzîkî 70 çekdar hatin kuştin û 10 otomobîl jî hatin têkbirin.”
Beriya niha fermandarên hêzên asmanî yên Iraqê ragihandibûn ku, ji destpêka operasyona girtina parêzgeha Selahedînê û heta niha, balafirên şer ên Iraqê 1300 êrişên asmanî li dijî DAIŞê hatin pêkanîn.
Herwiha da zanîn ku, di girtina wê parêzgehê de pêwîstiya wan bi hevpeymaniya navdewletî nîne.
Rudaw
