Li Bane teqîn: Du xortên kurd hatin kuştin
Li gorî agahiyên Rûdawê, Duh danê êvarê li taxa Golşehrê ya bajarê Bane, motorsîklêta ku du xort lê siwar bibûn, ji nişka ve agir girt.
Ji ber agirgirtinê teqemenî û barûta ku wan xortan ji bo Newrozê kirrîbûn, teqiya û di bûyerê de her du xort hatin kuştin.
Rudaw
