Barzanî: Emê tola wan pêşmergeyan bistînin
Çekdarên DAIŞê roja 19ê vê mehê vîdyoyek belav kiribûn ku tê de dihat dîtin, çekdarên DAIŞê serê 3 pêşmergeyên dîl jêdikin.
Li ser vê bûyerê, Barzanî peyamek belav kir û ragihand, xwîna wan şehîdan li erdê namîne û dê tola wan were standin.
Peyama Barzanî wiha ye:
“Xebera dilêşîna şehîdkirina sê pêşmergeyên dîl ên di destê terorîstên DAIŞê de, ku bi awayekî hovane hatine şehîdkirin, em xemgîn kirin.
Em soz didin malbatên wan şehîdan ku xwîna wan şehîdan li erdê namîne û dê tola wan were standin. Em nahêlin ev tawan li ser terorîstan bimîne û dê cezayê karên xwe yên hovane û kirêt bistînin.
Bi piştevaniya Xwedayê Mezin û gelê berxwedêrê Kurdistanê, yên ku bi vî rengî pêşmergeyên Kurdistanê şehîd dikin, dîtine û dê bibînin jî ka destê pêşmergeyên qehreman dê çawa bigihîje wan.
Em ji ber vê bûyerê, destpêkê sersaxiyê ji xwe re dixwazin paşê sersaxiyê ji malbatên serbilind ên şehîdan û gelê Kurdistanê re dixwazin. Şehîdbûna di rêya gel û welat de serbilindî ye, vêca ew şehadet bi fîşekê û agir be dara îdamê.”
Rudaw
