• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama Nêçîrvan Barzanî bo Newroza Amedê

Gulan Media March 21, 2015 Nûçe
Peyama Nêçîrvan Barzanî bo Newroza Amedê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di bersiva vexwandina bo pîrozkirina Newrozê de li Amedê, nameyak ji bo Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Partiya Herêmêm Demokratîk (DBP) û Koma Civakên Demokratîk (KCD)ê re şand û ew peyama serokwezîr di destpêka şahiya Newrozê de ku îro li Amedê hat pîrozkrin, hat xwnedin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cejina Newrozê li HDP, DBP û KCDê hemû kurdistaniyan pîroz dike û hêvî dike ku Newroza îsal ji bo kurd, kurdistaniyan û gelên deverê û cîhanê bi xwe re serketin û şadiyê bîne.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de careke din piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aşitiyê û çareseriyê û bi taybetî gavên ku vê dawiyê ji bo pêşdebirina pêvajoya aşitiyê hatine avêtin, nîşan dide û dibêje her kar û wezîfeyeke ji bo serketina pêvajoya aşitiyê û çareseriyê bikeve ser milên wan, ew made ne bicî bikin.

Top