DAIŞ’ê 3 Pêşmerge şehîd kirin
Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) li ser torên civakî belav kiriye ku, 3 Pêşmergeyên ku, wan beriya niha li derdora parêzgeha Mûsil`ê dîl girtibûn ew şehîd kirine.
Li gor zanyariyên ku, li ser rûpelên Facebook û Twitter`ê hatine belavkirin, navên hersê Pêşmergeyan bi vê awayî ne:
1- Şehîd Rizgar Heme Salih (Ji navçeya Çemçemal).
2-Şehîd Piştîwan Osman (Ji navçeya Çemçemal).
3- Şehîd Hîşam Nebîl (Kerkûk).
Xendan
