• Tuesday, 17 February 2026
logo

Petraeus: Li Iraqê metirsiya rasteqîn Heşdul Şeibî ye

Gulan Media March 21, 2015 Nûçe
Petraeus: Li Iraqê metirsiya rasteqîn Heşdul Şeibî ye
Serokê berê yê îstixbarata Amerîka CIAyê David Petraeus dibêje, metirsiya rasteqîna li ser aramî û ewlekariya Iraq û navçeyê, dê koma Heşdul Şeibî be, ne rêkxistina DAIŞê.

Petraeus ku fermandarekî hêzên Amerîka li Iraqê bû, çekdarên Heşidul Şeibî tometbar dike ku li navçeyên ji destê DAIŞê hatine derxistin çend tawan li dijî xelkê sivîl yên sune pêk anîne.

Di baweriya Petraeus de, DAIŞ ne metrisiya sereke ye li ser ewlekariya Iraqê, ji ber ew rêxistin niha hatiye têkbirin.

Petraeus anî ziman, metirsiya mezin mîlîsên şîe ne ku Îran piştgiriya wan dike.

Serokê berê yê CIAyê herwiha dibêje, pêwîst e binpêkirinên mîlîsên şîe yên li dijî suneyan bên rawestandin.

Rudaw
Top