• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ biryarek nû ji bo Kurdên Mûsil`ê der dike

Gulan Media March 21, 2015 Nûçe
DAIŞ biryarek nû ji bo Kurdên Mûsil`ê der dike

Rojnameya Şerwqulewset di hejmara xwe ya îro de li ser zarê Berpirsê Ragihandina Melbenda Neynewa yê Yekîtî Nîştimanî Kurdistan`ê (YNK) Xeyas Sûrçî belav kiriye ku, beriya çend rojan çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) 6 ciwanên Kurd li Taxa El Zihor ya bajarê Mûsil`ê desteser kiribûn.

Sûrçî amaje bi wê yekê kiriye ku, çekdarên DAIŞ`ê hêriş kirine ser mala wan ciwanên Kurd û ew girtine û berbi cihekî ne diyar birine, lê hîna sedemên desteserkirina wan nayên zanîn.

Her weha got: Ev desteserkirin di kevana helmeta rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê de ye ku, di heyama 3 rojan de bo desteserkirina zarokên malbatên Kurd li nav wê bajarî dest pê kiriye.

Sûrçî aşkere kir ku, DAIŞ`ê biryar daye ku, tevaya wan malbatên Kurd ji nav bajarê Mûsil`ê der bike bi taybet ewên ku kesûkarên wan di nava rêzên Pêşmergeyan de hene û got: DAIŞ`ê li nav wê bajarî 100 malbat diyar kiriye ku wan ji wê bajarî der bike.

Sûrçî dazanîn ku, DAIŞ`ê dest bi kolana xendeqan bi kûrbûna 3 Metran û pehnbûna 4 Metran kiriye ku, ew xendeq ji Qezaya Til Kêf dest pê dike heya sînorê Navçeya Giwêr.

Her weha diyar kir ku, çekdarên DAIŞ`ê çend caran hewla kolana wan xendeqan dane , lê bi sedema armancgirtina wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge û firokên Hevpeymaniya Navdewletî ve şikestin anîne, lê di dema niha de ew kar ji bo wê yekê dikin û sedemê wê vedigerîne bo tirsa DAIŞ`ê ji her liv û bizavek ya serbazî berbi wê bajarî.

Xendan
Top