Hikûmeta herêma Kurdistanê kiryara terorîstiya Heseke şermezar dike
Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê:
- Kurdistaniyê bajarê Heseke, duhî, mijûlî rêvebirina merasima pîrozkirina cejina Newrozê bûn û ji bona aşitî û pêkvejiyanê şahî digêra, iha di wê demê de terorîstan êrîşî şahiya Newrozê kir û mixabin ji encamê wê kiryara terorîstîya xwekujî de hijmareke hevwelatiyan şehîd û birîndar bûn.
Em sersaxiyê li malbatên şehîdan dikin û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazin, di heman demê de em tekîd dikin ku, teror, tirsandin û tawanên hovaneyên terorîstan gelê Kurdistanê ji xebat û tekoşîna ji bona aşitî, azadî û wegirtina hemû mafên xwe yên adil sar nake, bervajî, kurdistanî dê bi cişeke zêdetir li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam bin
Serkeftin ji bo peyama Newrozê û canê şehîdan şad be.
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
21.01.2015
