Erdogan: Serdemek nû dest pê dike
Erdogan bi boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê, peyamek weşand.
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya Cejna Newrozê de wiha got: "Hêvî û daxwaz dikim ku Newroz li welatê me ji bo aramî û biratiya ku em demeke dirêj e ji bo wê têkoşîn didin, bibe wesîle û xurt bike."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya 21ê Adarê Cejna Newrozê de got: "Ez wisa bawer dikim ku ew hêviyên me yên ku bi biharê ve şîn dibin, di Cejna Newrozê ya ku em li bendê ne de biçe serî û bibe wesîleya heyameke nû ya li pêş me."
Rudaw
