• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heşdî Şe’bî û Artêşa İraqê tawanê cengê kirine

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
Heşdî Şe’bî û Artêşa İraqê tawanê cengê kirine
Li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî, milîşiyayên Heşdî Şe’bî û hêzên Artêşa İraqê di şerê dijî çekdarên DAİŞê de, tawanên cengê kirine.

BasNews (Hewlêr): Li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî, milîşiyayên Heşdî Şe’bî û hêzên Artêşa İraqê di şerê dijî çekdarên DAİŞê de, tawanên cengê kirine.

Di raportê de ku ji aliyê Encûmena Mafên Mirov a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve li New Yorkê hatiye belavkirin, wiha tê gotin: ‘’Lêkolerên encûmenê li gor wan lêkolînên ku li İraqê kirine, derketiye ku hêzên İraqî di şerên dijî çekdarên DAİŞê de li navçeyên Suneyan bermîlên teqîner bikaranîne ku ew çek jî li gor yasayên navdewletî hatiye qedexekirin, loma evna jî diçe çarçoveya tawanên şer.’‘

Raport wiha berdewam dibe: ‘’Milîşiyayên Heşdî Şe’bî ku di şerên dijî çekdarên DAİŞê de piştîvaniya hêzên ewlekariyê yên İraqê dikin li navçeyên Erebên Sune, tawanê kuştin, revandin û talankirina mal û milkê xelkê û herwiha şewitandina mizgeftan li dijî Suneyan kirine, evna bi xwe jî wek tawanê şer tê hesabkirin.’‘

Di beşekî din ê raportê de daxwaz tê kirin ku ew tawanên şer ku milîşiyayên Şîe û Artêşa İraqê di şerê dijî çekdarên DAİŞê de kirine, Encûmana Asayîşa Navdewletî bişîne Dadgeha Tawanan a Navdewletî daku encamderên wan tawanan bên dadgehkirin.

Basnews
Top