• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî cejna Newrozê pîroz dike

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî cejna Newrozê pîroz dike

Mesrûr Barzanî di peyamekî de cejna netewiya Newrozê li gelê Kurd pîroz dike.
Bi minasebeta hatina cejna netewiya Newrozê Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û mihriban
Bi minasebeta sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî malbetên serbilind yên şehîdan bi giştî û şehîdên şerê dijî terorîstên DIŞIê bi taybetî, pêşmergeyên qehreman yên senger û karmendên dezgehên ser bi civata asayîşa Kurdistanê, polîs, gelê Kurd û tevahiya wan gelan dikim ku cejna Newrozê pîroz dikin.
Newroz eger bo meyê Kurdistanî şerê dijî zilim be hevdem hîma û sembola nûbûn û berxwedan û hîmaya ew rastiyê ye ku gelê Kurd ti carî bindestî û zilim qebûl nake, weke çawe niha gelê Kurd û hêzên pêşmerge şerê dijî xwestekên terorîstan dikin û bi berxwedana xwe cîhan matmayî kirine, di dirêjahiya dîrokê de jî Newroz weke beşe ji serbilindiyên netewî û sembolên berçav yên şoreş bûye û yek ji stûnên sereke yên awedan kirina nîştiman li Kurdistanê de.

Bi vê minasebeta han ya netewî yaku herêma me û dever di nava qonaxeke hesas deye tekez li ser coşandina hestên netewî, nîştimanperwerî, xweşewîstiya gel û nîştiman dikim û hêvî dixwazim gelê me bi tebayî û yekrêzî û yekhelwestî bo bidest xistina destkeftên zêdetir û awedan kirina devereke pêşkeftî û têjî ji xweşî û kameranî rûbirûyê tevahiya pêşhatan bibe.

Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya gelê Kurd dikim lazime di rojên cejnê de bo dabîn kirina rewşeke aramtir li welat de karînên xwe zêdetir bitevger bikin.

Di dawî de hêvî dixwazim newroza îsal destpêka serkeftina yekcarî ya pêşmerge, gel û nîştimana me be.

Şêwerdarê civata ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
20ê Adara 2015
Top