• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berdevkê DAIŞ: Ketina Mûsilê ketina DAIŞê ye

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
Berdevkê DAIŞ: Ketina Mûsilê ketina DAIŞê ye
Mela û berdevkê DAIŞê li Mûsilê, Ebû Seid Ensarî ragihand, eger Mûsil bikeve wê çaxê DAIŞ jî namîne. Ensarî her wiha got, ti rêkeftineke veşartî ya DAIŞê bi Bexdayê re tine.

Melayê DAIŞê Ebû Seid Ensarî ku di heman demê de berdevkê wê rêxistinê jî tê hesibandin, di xutbeya nimêja îniyê de ku li mizgefta El Muntesîr Bîla ya bajarê Mûsilê hat lidarxistin, got, hinek belavok di nav Mûsilê de hatine dîtin ku behsa wê dikin DAIŞ û hikûmeta Iraqê li ser valakirina Mûsilê bi awayekê veşartî li hev kirine.

Çavkaniyê Rûdawê, ku di mizgeftê de amade bû, ragihand, Ensarî wiha gotiye: “Ew tiştên ku di belavokan de hatine nivîsandin, derew in, bi vê yekê dixwazin bêbaweriyê bixin nav DAIŞê.”

Wî berdevkê DAIŞê her wiha diyar kir ku ketina Mûsilê tê wateya ketina DAIŞê.

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubêdî jî çend roj berê gotibû, hemû amadekariyên leşkerî ji bo girtina Mûsilê xilas bûne.

DAIŞê havîna par êrişî Mûsilê kir û piştî ku artêşa Iraqê ji wir vekişiya, bajar ket destê DAIŞê.

Rudaw
Top