• Tuesday, 17 February 2026
logo

‘Operasyona Mûsilê dê hatina penaberan zêde bike’

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
‘Operasyona Mûsilê dê hatina penaberan zêde bike’
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê dê koça ber bi Hêrêma Kurdistanê ve zêde bibe.

Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Herêma Kurdistanê da hatiye weşandin, Barzanî ligel hejmarek parlementerên Parlementoya Ewropayê civiya û derbarê operasyona Mûsilê, pirsgirêkên penaberan û peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de axivîn.

Barzanî diyar kir ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê dê koça ber bi Hêrêma Kurdistanê ve zêde bibe û got: “Bi operasyona azadkirina Mûsilê dê koça penaberan a ber bi Kurdistanê ve zêde bibe. Ji ber vê jî divê raya giştî ya navneteweyî û dewletên Yekîtiya Ewropayê rasterast an jî bi rêya saziyên alîkariyê alîkariya Kurdistanê bikin. Digel vê divê saziyên Neteweyên Yekbûyî jî di vê mijarê da haydar û baldar bin.”

Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî qeweta xwe alîkariya penaberan dike û wiha axifî: “Mixabin raya giştî ya navneteweyî di vî warî de erkê xwe baş bi cî neanî û alîkariya penaberan nekir.”

Barzanî bal kişand ser peymana petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da û got: “Herêma Kurdistanê li gor peymanê tevdigere. Lê divê li gor budçeya 2015 ev peyman were cîbicîh kirin. Bexda li hember Kurdistanê erkê xwe pêk nayîne.” Barzanî derbarê şerê li hember DAİŞê jî destnîşan kir ku divê alîkariya leşkerî bê kirin û got ku pêwîstiya wan bi alîkariya leşkerî û çekên giran heye.

Rudaw
Top