• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Hesekê teqîn: 35 şehîd, 150 birîndar

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
 Li Hesekê teqîn: 35 şehîd, 150 birîndar
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama du teqînan de herî kêm 35 kes şehîd bûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn.



Duh danê êvarê li taxa Muftî ya bajarê Hesekê, di nav welatiyên ku ji bo Newrozê kom bibûn de, du bombe teqiyan.



Peyamnêrê Rûdawê Îvan Hesîb ragihand, teqîna yekemîn derdora saet 18:00 li cihê ku merasima Newrozê ya TEV-DEMê dihat lidarxistin, çêbûye, teqîna duyem jî li peya ya yekemîn û li heman taxê û di nav merasima Newrozê ya PDK-Sê de çêbûye...



Îvan Hesîb diyar kir ku şehîd û birîndar hemû birine nexweşxaneyan û got, li nexweşxaneya Hîkme 15 şehîd û 6 birîndar, li nexweşxaneya Îsam Bexdê 6 şehîd û 25 birîndar û li nexweşxaneya Niştimanî jî 4 şehîd û 14 birîndar hene. Şehîd û birîndarên din jî li nexweşxaneyên Dar Şîfa û Şabo ne.



Rudaw
Top