• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama Newrozê ya hikûmeta herêma Kurdistanê

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
Peyama Newrozê ya hikûmeta herêma Kurdistanê
Îro bi xêra xwîna pîroza şehîdan û berxwedana pêşmergeyên canfîdayên Kurdistanê ku, her pêşmergeyek weke Kaweyê asinger li hember Zuahkên tariyê rawestane û li çeperên şerefê li hember hêza tarî û şerxwaz parêzgariyê ji azadî, aramî û paşeroja Kurdistanê dikin. Em Newroza azadî û serkeftinê pîroz dikin. Newroza îsal ku, Newroza berxwedan û bergirîkirinê ji hebûn û nasnameya meye, divê canê yekrêziyê bihêztir bike û ji bo berhingarbûna her metirsiyek, arîşek û astengekê ku bi ser Kurdistana me ya ezîz de bê, me zêdetir teşwîq bike.

Kurdistaniyên xweştivî

Di vê Newrozê de, ka çawa ronahiya agirekî neteweyek di çardurên xwe komkiriye, iha divê wesa kurên vê neteweyê li her welat û dereka cîhanê bin, bi canê yekêtî û lêbihurînê ji bo bicîanîna peyama Newrozê ku, minasibeyeke serbilind û azadaneye, bi her awayî bixebitin.

Di vê minasibeta pîroz de, pîrozbahiyên gerim li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas li bereyên şeref û bergirîêkirinê, dikin. Newroza berxwedanê li tev kurdistaniyên hemû parçeyên Kurdistana ezîz pîroz be. Newroz li kurdên diyaspora û li her cîyekê lê bin pîroz be.

Şikodar be Newroza pêşmergeyî, cejina neteweyî û sersala nû ya kurdî.

Nemirî bo şehîdên rêya rizgarî û azadiya Kurdistanê

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
20.03.2015
Top