• Tuesday, 17 February 2026
logo

Vgera xelkê Kobanê didome

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
Vgera xelkê Kobanê didome

Vegera şîniyên Kobanê bo vê bajarê didome.

Piştî azad kirina Kobanê ji destê terorîstên DIŞIê ji aliyê hêzên pêşmerge û şervanên YPGê ve, şîniyên bajarê Kobanê yên ku berê xwe dabûn Tirkiyeyê dest bi vegerê bo Kobanê kirin û heta niha zêdetir ji 30 hezar kes vegeriyane vê bajarê.

Her di vê çarçoveyê de jî îro zêdetir ji 2 hezar şîniyên din yên Kobanê ji Tirkiyeyê vegeriyan bajarê xwe.

Hate zanîn ku hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê di nava hefteyekî de bi tenê sê rojan îzinê didin şîniyên Kobanê daku vegerin bajarê xwe û di nava her hefteyekî de zêdetir ji 7 hezar kesan vedigerin Kobanê.
Top