‘Milîşiyayên Şîe dawî êrîşî Kurdan jî dikin’
BasNews (Hewlêr): Berpirsê navçeya Xurmatû ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku milîşiyayên Şîe dixwazin li navçeyê desthilata Şîeyan bihêz bikin û tu derdekî wan ê jinavbirina DAİŞê nîne. Li gor wî berpirsî, di dawî de milîşiyayên Şîe êrîşî Kurdan dikin û dijayetîkirin bestika Kurdan jî digire.
Derbarê rewşa navçeyê û tevgera çekdarên Şîe de, Berpirsê navçeya Xurmatû ya Partiya Demokrata Kurdistanê Ehmed Ezîz ji malpera PDKê re got: ‘’Berê terorîstan bi teqînan dixwestin navçeya Xurmatû tevlîhev bikin û hemû welatî kiribûn armanc. Lê niha ku milîşiyayên Şîe hatine armanca wan jinavbirina Suneyan e, ev milîşiyayên Şîe tenê dixwazin desthilata Şîeyan zêde bikin, derdê wan ne jinavbirin û dûrxistina DAİŞê ye. Ev xeta Şîeyan ji Mendelî dest pê dike û li Kerkûkê bidawî dibe.’‘
Derheqa kar û bernameyê milîşiyayên Şîe de jî, Ehmed Ezîz wiha axifî: ‘’Bernameyekî taybet ê van milîşiyayên Şîe heye, ji aliyên din fermanê werdigirin, pêngava yekem a milîşiyayên Şîe dûrxistina DAİŞê bû û hemû gundên Erebên Suneyan jî kirine navçeyên girtî û jiyan di wan de nehiştine û niha kes li wan deran najî.’‘
Ezîz wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Pêngava duyem a Şîeyan jî kuştin û jinavbirina Erebên Sune bû li navçeyê, şev û roj xelk direvandin û dikuştin. Wek pêngava sêyem jî dest bi revandina xelkê kirine û piştî îşkence û lêdaneke zêde bi pereyan wan azad dikin. Li gor pêşbîniyan, pêngava din a milîşiyayên Şîe êrîşkirina ser Kurdan e, dijayetîkirin bestika Kurdan jî digire û em hêvîdar in wiha nebe.’‘
Rudaw
