• Tuesday, 17 February 2026
logo

34 êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
34 êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn
7 malbatên êzîdî ji destê çekdarên DAIŞê reviyan û xwe gihandin Hêzên Pêşmerge.

Berpirsê Ofîsa Karûbarên Revandiyan Hisên Koru ji Rûdawê re got îro sibê sat 11:00ê 7 malbatan ku hejmara wan 34 e, xwe ji destê rêxistina DAIŞê rizgarkirin û xwe gihadin Çiyayê Şingalê.

Hisên da zanîn ku di nav wan kesên ku xwe rizgarkirin de jin û zarok jî hene û herwiha tenduristiya wan baş e lê gelek westiyane.

Rêxistina DAIŞê Tebaxa 2014an êrişê Şingalê kiribûn bi sedan kurd kuştibûn bi hezeran jî revandibûn.

Heta niha derdora 600 kurdên êzîdî ji rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin.

Rudaw
Top