• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Me pêşbîniya alîkariyên zêdetir ji Yekêtiya Ewropayê dikir

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Me pêşbîniya alîkariyên zêdetir ji Yekêtiya Ewropayê dikir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Duh roja pêncşemiyê 19.03.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeke parlamenterên parlamentoya Yekêtiya Ewropayê kir û di civînekê de rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê û rewşa bereyên cenga dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê rola hikûmeta herêma Kurdistanê bilind nirxand ku tevî wê kirîza êkonomî ya herêma Kurdistanê tê de ku barekê giran xistiye ser hikûmetê, lê tevî vê jî herêma Kurdistanê wezîfeyeke mezin û pîroz ya însanî encam daye û pêşwazî li bisedhezaran koçber û penaberan ji pêkhateyên cuda û ji deverên cuda kiriye û cîyê hewandinê jê re dabîn kiriye.

Şandeya mêvan serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî terorê bilind nirxandin û diyar kir ku peyva pêşmerge bûye peyveke giring û geş li sertaserî Ewropa û cîhanê ku nuha pêşmerge bi hemû awayan bergiriyê ji prensîpên azadî û mirovatiyê dike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di destpêka axaftina xwe de li ser navê xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya helwestên erêniyên Yekêtiya Ewropayê li hember herêma Kurdistanê kir û got ku xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe pêşwazî li koçber û penaberan kiriye û hewnainde, lê dihewarhatin û pêşkeşkirina alîkariyan ji aliyê civaka navdewletî ve ji bo koçber û penaberên li herêma Kuridtanê ne, ne li gor pêşbîniyên me bû û civaka navdewletî di vî warî de weke pêwîst bi rola xwe nerabûye û xwedî lê nederketiye.

Barzanî got ku, tê çaverêkirin digel destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan, himareke zêdetir ya koçberan ber bi herêma Kurdistanê ve bên, ”em dixwazin civaka navdewletî û bi taybetî Yekêtiya Ewropayê, çi dîrekt yan jî bi rêya komele û ajansên ser bi Netewyên Yekgirtî ve xwe ji bo alîkariyan amade bikin.”
Serokwezîrê herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re bi hûrgilî behsa rewşa bereyên şerê dijî DAÎŞ û serkeftinên berdewamên hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstan de kir.

Li dor têkelitên bi Bexdayê re jî, serokwezîr tekêd li ser helwesta hikûmeta herêma kurdistanê kir ku herêma Kurdistanê bi wê lihevhatina vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzakirin pabend e, lê divê cîbicîkirina wê lehevhatinê di çarçoveya qanûna budceya sala 2015ê ya Îraqê de be û Bexda wezîfeya xwe li hember herêma Kurdistanê cîbicî bike.


Top