Barzanî tekez li ser gotinên xwe dike
Mesrûr Barzanî di wê hevpeyvîna xwe de ku roja 17.03.2015 hatibû belavkirin, rexne li rola çekdarên Heşda Şeibî, ya Şîe, girtibûn û gotibû: “Bikaranîna wê cûrê mîlşiyeyan (Heşda Şeibî), arîşeyeke mezintir ji arîşeya DAIŞê peyda dike, ew jî bi rêya drustkirina tunditîjiyê ligel Sineyan.”
Herwiha gotibû: “Ev arîşe ji arîşeya DAIŞê mezintir e, pêwîste em hemû li dijî DAIŞê rawestin, lê eger tolhildan û tundutîjî bermaber her mezhebêk çêbibe, dê arîşe mezintir û dijwartir bibe.”
Barzanî rexne jî li birîna budce û mûçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve girtibûn û amaje kiribû ku, Bexda pereyan dişîne navçeyên di destê DAIŞê de û mûçeya Pêşmergeyan jî ragirtiye.
Van daxuyaniyên Mesrûr Barzanî karvedaneke li cadeya kurdî û iraqî peyda kir û şîroveyên cûda jî li ser hatin kirin, lewma nivîsgeha wî daxuyaniyek di vê derbarê de weşand.
Di daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku, naveroka hevpeyvînê “gelek aşkere û zelal e” û “Mebest jê yekxistina hemû karînên navxweya Iraq û navçeyê ye ji bo bidawî anîna wê serpêhatiya ku gelên navçeyê ji wan dinalênin.”
Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku “Her şîroveyeke nerast û biarmanc ku ji aliyê dezgehên din ve hatibe belavkirin, ew tenê nêrîna wan e.”
Basnews
