Cebûrî: Lazime kêşeyên Hewlêr û Bexdayê werin çareser kirin
Serokê parlementoya Îraqê serdana Helebceyê kir.
Îro Serokê parlementoya Îraqê Selîm Cebûrî serdana parêzgeha Helebceyê kir û çû serdana mezargeha şehîdên kîmiyabarana Helebce û mînominta şehîdan.
Pişt re di daxuyaniyekî de dilgiraniya xwe ya li hember ew tawanên ku li dijî xelkê Helebceyê hatine kirin diyar kir.
Cebûrî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û eşkere kir ku lazime kêşeyên han bilez werin çareserkirin.
