Serok Barzanî pêşwaziya şanda hoza Hedîdî ya li Parêzgeha Nînowa kir
Di hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku navçeyên li bin destê Da'îş rizgar kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û gelek bi tundî wan tawanên diltezîn şermezar kir ku terorîstên Da'îş derheqê pêkhatên olî û neteweyiyên Parêzgeha Nînowa û xuşk û birayên Êzîdî û Mesîhiyan encam daye.
Şanda hoza Hedîdî ku nîştecihê Parêzgeha Nînowa û dewrûbera nahiyeya Wankê û Bendava Musilê ne, wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku amadehiyeke tevahî heye ku mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê navçeyên xwe biparêzin û şerê terorîstên Da'îşê bikin û çarenûsa xwe bi Herêma Kurdistanê ve bibestin û daxwaz kirin navçeyên wan bixin ser Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bilî balkişandina li ser terorîstên Da'îş ku destê wan bi têkdan û şêwandina rewşa civakî û kuştin û birîna xelkê bêtawan de hebûye, behsa muameleya rewştbilindî û ehlaqê bilindê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku li gel runiştvanên navçeyê û xelkê Erebên deverê hatibûn azadkirin.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî helwêsta wan kir û balkişand li ser wê yekê ku ew tawanên terorîstên Da'îş encam dane li tu cîhekî û dîrokê da rû nedane. Eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çand û kultûra pêkvejiyan û rewşta bilinde û tu cûdahiyek li navbera Misilman û Mesîhî û Êzîdî û Ereb û Kurd û pêkhatên din de tûne. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku ewên destên wan li gel Da'îş de hebûbê û hevkarê Da'îşê kiribê û hizra Da'îşê pejirandibe bi tu awayekî nabê vegerê navçeyên azad kirî. Terorîstên Da'îş jî tu paşarojeke xwe li navçeyê de tûneye û ji navçûna wan tenê bi demê ve girêdayiye. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku pêwîste xelkê navçeyê li jiyanekî bextewer da bijîn û rêz li îradeya runiştvanên navçeyê bê girtin û ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin.
