Mesrûr Barzanî û nunerê Serokwezîrê Berîtanyayê civiyan
Mesrûr Barzanî û nunerê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên asayîşa Kurdistanê civiyan.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên asayîşa Kurdistanê General Sir Simon Mayall û heyeteke pê re kir ku pêk hatibû ji Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê û çend berpirsên din yên leşkerî ên Berîtanyayê.
Di hevdîtinê de Simon Mayall armanca serdana han bo Mesrûr Barzanî eşkere kir û got: Armanc ji serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya min li Kurdistanê bidawî hatiye û General Thomas Anthony Beckett di şûna min de hatiye pîwerdarkirin.
Nav hatî herwiha spasiya Mesrûr Barzanî kir ku di dema erkdariya vî de hevkarî û kar asanî bo kiriye.
Piştî nasandina nunerê nû yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên asayîşa Kurdistanê General Tohmas Anthony Beckett, behsa qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hate kirin û heyeta Berîtanî tekez li ser piştgîriya welatê xwe bo hêzên pêşmerge kir ku hêjayê vê yekê ye tevahiya pêdiviyên leşkerî jê re werin dabînkirin.
Her derbarê piştgîrî kirin ji Kurdistanê de jî Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê eşkere kir ku hebûna me liwir li gor berejwendiyên asayîşa nîştimanî ya Berîtanyayê ye û em liwirin û li gel hêzên pêşmerge şerê dijî terorîstên DIŞIê dikin.
Pişt re Mesrûr Barzanî jî bixêr hatina heyeta mêwan kir û rola General Simon bi roleke girîng wesif kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û herwiha xwesteka xwe jî bo hevkarî û hemahengî kirin li gel General Tohmas Berckett de jî diyar kir.
Di dawiya hevdîtina han de Barzanî behsa kêşeyên Îraqê kir û ragehand ku nabe şaştiyên derbasbûyî werin dûbarekirin û çareser kirina kêşeyan jî pêdiviya xwe bi damezrandina pergaleke nû yaku ti cudatî di navbera pêkhateyan de neke heye.
