• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Gulan Media March 19, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Duh çarşem 18.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Diyale, Enbar, Kerkûk, Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistan û hêzên emnî yên Iraqê û hozên Ereban û Heşdî Şe'bî de axivîn. Her li vê kombûnê da tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê li bin destê terorîstên Da'îşê kirin.

Li mijareke dinê hevdîtinê tehdîdên li ber Iraqê û çawayiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê yên li proseya siyasî û çaksazî û qonaxên piştî şerê Da'îşê guftûgo kirin.

Top