Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Levon Sarkisian Nûnerê taybet ê Hikûmeta Ermenistanê û şanda pê re îro danê nîvro ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di wê hevdîtinê de, Sarkisian amadebûna welatê xwe bo çêkirina pêwendiyên bihêz di navbera Hewlêr û Yerîvanê de nîşan da û got: Em amade ne ku komîsyoneke hevbeşî dostayetiyê di navbera herdu aliyan de ava bikin, ku kar li ser hejmarek babetên mîna rewşenbîrî, bazirganî û aborî û warên din de bikin.
Di wê hevdîtinê de, 2 doplomatên wî welatî ragihadin ku, di demeke nêzîk de, de wê welatê wî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke. Herwiha wê hêlên asmanî yên Ermenistanê di navbera Hewlêr û Yêrîvanê de dest bi geştên xwe bikin.
Herwiha şanda mêvan da zanîn ku, kerta taybet a welatê wan amade ye ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike, lewma daxwaz hevkarî û karhesaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara vekirina konsulxana Ermenistanê kir, despêkirina hêla asmanî di navbera Hewlêr û Yêrîvan, avakirina komtîta hevbeş û hatina karsaz û dewlemendên ermenî bo Kurdistanê.
Rudaw
