Barzanî û Nuceyfî hûrgiliyên azadkirina Mûsilê gotûbêj dikin
Ajansên Iraqî amaje bi wê yekê dikin ku, ligel şanda Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî, dê Cîgirê Serokomarê Iraqê Osame Nuceyfî jî îro 18.03.2015 serdan Herêma Kurdistanê dike.
Di vê serdanê de, wê Osmae Nuceyfî ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicive, dê tewera serekî ya civînê jî, behskirina hûrgiliyên proseya çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê be.
Roja 9ê Hezîrana sala 2014an Mûsil ket destê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de, piştî ku hêzên artêşê û hêzên ewlekarî yên Iraqê ti bergiriyek di ber bajar de nekiribûn û pêgehên xwe ji çekdaran re bicih hiştibûn.
Nina 3 dewrên Mûsilê di dest Pêşmergeyên Kurdistanê de ne, li hin xalan jî Pêşmerge tenê 15 kîlometran ji navenda bajêr dûrin.
Ji aliyek din ve, artêşa Iraqê li Tekrîtê dest bi êrîşa azadkirina bajar kiriye, biştî paqijkirina wî bajarî jî, dê her 4 dewrên Mûsilê werin girtin û êdî proseya azadkirina Mûsilê destpêbike.
Lê heta niha zanyariyên tevlîhev li ser nasnameya hêzên ku dê beşdarî azadkirina Mûsilê bibin hene.
Hevdem, firokeyên iraqî belvaokên nivîskî ji bi ser bajarê Mûsilê de barandin, ku têde j xelkê re piştrast dikin ku, azadkirina bajrê gelekî nêzîk bûye.
Basnews
