Artêşa Îranê 40 km derbasî axa Iraqê bûye
Fermandarê hêzên bejayî yên Îranê, Ehmed Reza Pûdestan di daxuyaniyekê de ragihand: “Pêşdeçûna hêzên wan yên bejayî bi armanca rûbirûbûna gefên DAIŞê ye.”
Bi gotina wî fermandarê Artêşa Îranê, biryara pêşdehatine hêzên Îranê bi hevahengî ye ligel Hikûmeta Iraqê.
Ehmed Reza Pûdestan herwiha aşkere kir ku topxaneyên Artêşa Îranê li ser sînorên rojavayê Îranê hatin bicîkirin ji bo ku rûbirûyê her gefeke DAIŞê bibin.
Belavkirin û pêşdehatina hêzên Îranê di demekê de ye ku DAIŞê di daxuyaniyekê de gef xwaribû ku ewê êrişî bajarên sînorî yên Îranê wek Qesrî Şîrîn, Sûmar û Neft Şehirî bike.
Rudaw
