Amerîka li hember bikar anîna çekên kîmiyayê dilgirane
Amerîka li hember bikar anîna çekên kîmiyayê ji aliyê DIŞIê ve li dijî hêzên pêşmerge dilgirane.
Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê ( Pentagon) Stephen Varn di daxuyaniyekî de diyar kir ku Amerîka li hember bikar anîna çekên kîmiyayê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve li dijî hêzên pêşmerge dilgirane.
Varn herwiha eşkere kiriye ku bikar anîna çekên kîmiyayî ji aliyê DIŞIê ve belgeyeke dine ku diselmîne terorîstên DIŞIê çiqasî hovin.
Weke tê zanîn beriya du rojan civata ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniyekî de eşkere kiribû ku terorîstên DIŞIê li dijî hêzên pêşmerge gazên kîmiyayê ji cureya Kolorê bikar anîne.
