• Tuesday, 17 February 2026
logo

Aştî Hewramî: Heta 2 heyvên din pêwîstiya Hewlêrê bi Bexdadê namîne

Gulan Media March 18, 2015 Nûçe
Aştî Hewramî: Heta 2 heyvên din pêwîstiya Hewlêrê bi Bexdadê namîne
Wezîrê jêderên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî ragihand, ku piştî 2 mehên din pêwîstiya Hewlêrê bi Bexdadê namîne û Hewlêr dikare bi xwe nefta xwe bifiroşe û bûdceya xwe dabîn bike.

Aştî Hewramî wezîrê di hevpeyvînekê de ligel kanala televiziyoniya Rûdawê da xuyakirin, ku Herêma Kurdistanê dê petrola xwe hinarde bike û di mehên pêş de pêwîstiya Hewlêrê bi Bexdadê namîne û dê ji sedî 17 a pişka bûdceyê xwe dabîn bike.

Aştî Hawramî diyar kir ku çend caran hat gotin, ku Herêma Kurdistanê dê heta sala 2015an rojane yek milyon bermîlên petrol derbixe lê ji ber şerê DAIŞê û nakokiyên ligel Bexdadê, heta niha rêjeya berhemanîna neftê negihîştiye ewê rêjeyê.

Hawramî tekez kir, ku heta 2 mehên din pêwîstiya Herêma Kudistanê bi Iraqê re namîne û wiha domand: “Ji Meha Nîsanê yan jî ya Gulanê pêve Herêma Kurdistanê dê petrola xwe hinarde bike û dê ti piştgiriyê jî Bexdadê nestîne û pişka bûdceya xwe dabîn bike. Heta dawiya salê ew rêje dê zêdetir bibe û êdî pêwîstiya Hewlêrê bi Bexdadê namîne.”
Top