• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şanda Îmraliyê berî Newrozê bi Ocalan re dicive

Gulan Media March 18, 2015 Nûçe
Şanda Îmraliyê berî Newrozê bi Ocalan re dicive
Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî Newrozê careke din wê biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Şanda Îmraliyê cara dawî di 13ê Adarê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û wê di nava vê heftiyê de careke din biçe Îmraliyê.

Li bendê ye ku Ocalan nameya Newrozê bide heyetê. Di vê navberê de li ser awayê weşandina peyama Ocalan hevdîtin didomin.
Berî niha HDPê ragihandibû ku ew dixwezin Hikûmeta Tirkiyeyê razî bikin ku îsal, peyama Ocalan ya Newrozê, bi vîdyo be û eger jî erê nekirin, bi deng be.

Rudaw
Top