Kurd pirsa vekêşanê ji proseya siyasî li Iraqê gotûbêj dikin
Pêbendnebûna Iraqê bi rêkeftina aborî ya ligel Herêma Kurdistanê, dike ku serkirdatiya Kurd pirsa vekêşan ji Hikûmeta Heyder Ebadî gotûbêj bike, ji ber ku li gor zanyariyên parlementeran li komîteyên peywendîdar ê Parlementoya Kurdistanê, piştî çend mehên din wê ti arîşeyek li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemîne di pirsa peydakirina mûçey û budceyê de, lê têbîniyên her yek ji Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser vê pirsê hene, bi awayekî ku, eger Herêma Kurdistanê bi yekcarî ji Bexdayê vekişe dê çawa deynên borî bidest bixe, ji bilî wê yekê jî tenê yeke sedem ji bo mayîna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ew rêkeftine, firoştina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ji yekcaîr, dê ti peywendiyeke Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ve nemîne.
Parlementerê Kurd li Bexdayê Hoşiyar Ebdulla ji BasNewsê re aşkere kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê, tekez li ser wê yekê kir ku, karê yekem ê Kurdistanê pêşvebirina wê rêkeftina ligel Bexdayê ye, wate biryara dawî ya aliyên siyasî yên Kurdistanê jî ew bû, ligel wê yekê eger Bexda pêbend nebe, dê biryarek din hebe.
Hoşiyar Ebdulla got jî: “Di egera vekêşana Kurdan ji proseya siyasî li Iraqê jî, em wek nûnerên Kurd ti gazinek me ji cîbicîkirina wê biryarê nîne û her biryarek din jî ku serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bide, lê dive ew biryar piştî lêkolînê were.”
Navborî tekez kir jî ku “ligel wê yekê de me ku eger ew biryar hat dayîn, Kurd bi yekcarî ji proseya siyasî vêkişin û êdî li Iraqê venegere.”
Ji aliyê xwe ve, Wezîr Darayî yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî di konferensa “Banka Dravên Navdewletî” de ji medyayan ragihand ku, eger Iraqê pêbendî rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê nebe û mûçe û budceyê neşîne Herêma Kurdistanê, ew dê dest ji kar berde û yek rojê jî li Bexdayê namîne. Herwiha amaje kir ku, gelek arîşe û asteng li pêş wê rêkeftinê ne.
Ji aliyê din ve, Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya Kurdistanê Dilşad Şeiban ji BasNewsê re aşkere kir ku, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ew bi date piştrsat kirine ku, Herêma Kurdistanê tenê du mehên wê mane û êdî ew bixwe dê krîza darayî derbas bike.
Dilşad Şeiban got jî: “Berî du heftiyan em ligel Encûmena Petrol û Gazê civiyan û me behsa hûrgiliyên rêkeftina ligel Bexdayê kir, ew yadaşt jî hat aşkerekirin ku di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin.”
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, wan bixwe pirsyar ji Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî kirine “Eger rêkeftina ligel Bexdayê bê hilweşandin, dê bijardeya Kurdan çi be?”, wan di bersiva xwe de gotinr ku, di meha 4-5 de dê Herêma Kurdistanê karibe berhema petrola xwe bighîne astekî ku tu pêwîstiya wê bi Bexdayî namîne, belge jî di vê derbarê de radestî Bexayê kirine.
Dilşad Şeiban diyar dike jî ku, ji ber şerê DAIŞê şirketên Exon Mobil, Chefron û Gaz Prom ji Kurdistanê vekişiyan, ew jî bû sedem ku Herêma Kurdistanê nikarî di destpêka sala 2015an de krîza darayî çareser bike. Lê niha ew şirket bi giraniyeke mezintir vegeriyane Herêma Kurdistanê, bi vê yekê jî dê berhema Herêma Kurdistanê ji petrolê bigihe zêdetir ji asta pêwîst.
Basnews
