Encamên hilbijartinên Cizîrê hatin ragihandin
Komîsyona Hilbijartinan, îDuh di konferanseke rojnamevaniyê de encamên hilbijartinên şaredariyên herêma Cizîrê ragihand.
Li gorî komîsyonê, rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinan de 50% bû û bêtirî 100 hezar kesan deng dane.
Komîsyona Hilbijartinan ragihand ku Komîsyona Hilbijartinan a Başûrê Kurdistanê di birêvebirina hilbijartinan de alîkariya wan kiriye û 17 çavdêr ji wan re şandine.
Li gorî encaman, li rojavayê Qamişlo her yek ji Ferhan Ebdulla û Ranya Mihemed yekem bûn lê encamên rojhilatê Qamişlo di konferansê de nehatin diyarkirin.
Li Dirbêsiyê jî Hemîd Ebdulezîz û Muna Îbrahîm pêşeng bûn û li Hesekê jî Luqman Mûsa û Bêrîvan Mihemed Seyîd dengên herî zêde bidist xistine.
Rudaw
