Li Guwêr-Mexmûrê 800 çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî îro, 16.03.2105, amara kuştiyên DAIŞê di şer û pevçûnên ku li wê eniyê qewimîne aşkere kir, herwiha diyar kir ku hejmareke zêde ya termên çekdaran ji aliyê Pêşmerge ve bi axê hatine spartin.
Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Ji destpêka şerê di navbera çekdarên DAIŞ û Hêzên Pêşmerge de, 800 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Navborî aşkere kir jî ku “Praniya termên çekdarên li eniya Guwêr-Mexmûrê ketibûn dest DAIŞê de, lê hejmarek ji aliyê Pêşmegre ve hatin veşartin.”
Nahiyeya Guwêr dikeve 40 kîlometirî li rojavayê parêzgeha Hewlêrê û ev bêtir ji 9 mehan e ku şer di navbera Pêşmerge û çekdarê DAIŞê de li wê devrê heye, hejamra herî zêde ya gundên wê deverê jî kurdî ne.
Basnews
