Elewî piştgiriya HDPê dikin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş îro li Enqereyê li navenda partiya xwe ligel şanda Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropayê hevdîtineke pêkanî. Dmîrtaş beriya civînê pirsên rojnamevana bersivand.
Demîrtaş pirsa “Hûn gotina Serokomar Erdogan a ‘Pirsgirêka kurda nîne’ çawe dinerxînin?” wiha bersivand:
“Her car di serdemêm hilbijartinan de vê yekê dike. Hûn dê bibînin di demek kurt de nîqaşa wê Abdullah Ocalan daleqan ne daleqan jî dest pê bike. Mebesta vê hewldana wî ew e dengên nijadperweran bidest bixe ye. Ew gotîn ne ji dilê Serokomar tên.”
Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropayê Turgut Oker jî piştî civînê wiha got:
“Tirkiyeyê ji bo ku xwe ji êşên heta niha hatin kişandin xilas bike, divê li şûna senteza tirk û îslamiyetê pirneteweyiyê bike armanc. Ji bo çareserkirina pirsgireka elewiyan jî, em rêya hevkariyek stratejîk a di navbera HDP û elwiyan wek çareseriyê dibînin.”
Oker diyar kir ji bo ku hêviyên elewiyên Ewropoyê tespît bikin dawiya vê hefteyê li Franfurkê civînekê lidarxistin û herwiha Serokê şaxa 265 saziyên elewiyan hatibûn vexwendin û wiha domand:
“Di civîna me de tevahiya delege û nûnrên me biryara hevkariyek stratejîk a di navbera HDP û elewiyan de dan. Herwiha civîna me de biryara çi ji me bê emê ji bo HDP bikin jî derket.”
Rudaw
