WHO pesnê herêma Kurdistanê dide
Rêvebirê giştiyê WHO çalakiyên wezareta saxlemiya û bi taybetî yên rêberiya giştiya saxlemiya Duhokê bilind nirxandin ku, tevî wî barê giranê li ser milê wan ew karîne bi awayekî gelek baş xizmetên pizîşkî û saxlemiyê pêşkeşî penaber û koçberan û bi awayekî giştî, pêşkeşî hevwelatiyên herêmê bikin.
Rêvebirê WHO got ku ew dê lêbixebitin û zêdetir di warê pêdawîstiyên saxlemiyê de alîkariya herêma Kurdistan bikin û ew dê digel wezareta saxlemiyê ya hikûmeta Îraqê danûstandinan bikin daku Îraq weke pêwîst bi rola xwe rabe û bê cudahî pêdawîstiyên pizîşkî bo hemû devaran dabîn bike.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana rêvebirê giştiyê rêxistina WHO bo herêma Kurdistanê kir û sipasiya nirxandina wî ya ji bo kar û çalakiyên wezareta saxlemiyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê û rêvebiriya giştiya saxlemiya Duhokê kirî kir ku, bi berdewamî xizmetên tendirustî û pizîşkî pêşkeşî koçber û penaberan li sertaserî kampên wîlayeta Duhokê dikin û hewil didin ku karên xwe zêdetir û baştir jî bikin.
