• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rapirsiya dawiyê di bara helbijartinên Tirkiyê de

Gulan Media March 16, 2015 Nûçe
Rapirsiya dawiyê di bara helbijartinên Tirkiyê de
Şirketa Şêwirmendiyê MAK li Tirkiyeyê, rapirsiya dawî ya ji bo hilbijartinên 7ê Hezîranê pêkanî, encamên wê eşkerê kir.

Li gorî encema rapirsiya MAKê AK Partî ji sedî 47, CHP ji sedî 25.3, MHP ji sedî 14.2 û HDPê jî ji sedî 9.1 rêjeya dengan werdigre.

Partiya Saadet û BBP jî ji sedî 1.1 rêjaya dengan distînin.

Ji aligirên AK Partî, CHP û MHPê yên ku beşdarî rapirsiyê bûyîn pirsa “Ji partiyan tu dengê xwe qet nedî kijane?” hat pirsin.

Alîgirên MHP gotin HDP û yên CHPê jî gotin qet em dengên xwe nadin AK Partiyê.

Alîgirên AK Partiyê jî gotin ku em ji xeynî AK Partiyê dengê xwe nadin ti partiyekê din.

Rudaw
Top