John Kerry: Amerîka neçare bi Beşar Esed re danûstandinê bike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, bi helkevta çaremîn salvegera şerê Sûriyê ji televîzyona amerîkî ya CBSê re axivî û got, ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê emê di dawiyê de neçar bimînin bi Beşar Esed re rûnên.
John Kerry diyar kir, ku ew di yekemîn komcivîna Cenevreyê de, ku bi navbeyinkariya Amerîkayê û di navbera rêjîma Sûriyê û neyarên wê de hatibû lidarxistin, amade bû bi Beşar Esed re hevdîtin û diyalogê bike.
Şerê Sûriyê ji meha Îlona 2013ê ve heta niha didome. Li gorî ku tê gotin, herî kêm 250 hezar kes di wî şerê de hatine kuştin.
