• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî bo eşîrên ereb: Em hizra tolheldanê nakin, lê…

Gulan Media March 15, 2015 Nûçe
Barzanî bo eşîrên ereb: Em hizra tolheldanê nakin, lê…
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji serokên eşîrên erebî yên devera Rebîe û Zûmarê re got, xelkê deverê yên ku alîkariya DAIŞê kirine û ligel wan çûne, nayên efûkirin û nabe vegerin deverê.

Hejmarek serokên eşîrên erebên Rebîe û Zûmarê yên girêdayî parêzgeha Mûsilê îro li navçeya Sihêla ya Dihokê ligel Barzanî civiyan.

Mesûd Barzanî di wê civînê de ragihand: “Em hizra tolheldanê nakin, lê xelkê deverê yên ku alîkariya DAIŞê kirine û ligel wan çûne, nayên efûkirin û nabe vegerin deverê û eger vegerin dê çarenivîsa wan heman çarenivîsa DAIŞê be.”

Barzanî wiha got: “Erebên deverê teida li wan nayê kirin û kes berdêla kesekî din nade. Kesên ku alîkariya DAIŞê nekirine, dê bi keramet bijîn û yên ku dilê wan bi ser DAIŞê ve ye jî dikarin herin û li nav me karê sîxwiriyê nekin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji serokên eşîrên erebî re got: “Kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn dê bi azadî jiyana xwe bikin û ji aliyê Hêzên Pêşmerge jî bên parastin.”

Barzanî wiha pê de çû: “Rûmeta we rûmeta me ye. Hêzên Pêşmerge dê we biparêzin. Em dixwazin aramî û xizmetguzariyan pêşkêşî deverên we bikin. Pêşeroj bo kesê baş e, ne yê xerab.”

Herwiha di wê civînê de, serokê eşîreke ereb ji Barzanî xwest ku Herêma Kurdistanê rê nede wan erebên ku alîkariya DAIŞê kirine, carek din vegerin deverê.

Hin serokên din jî daxwaz ji Barzanî kirin ku, Herêma Kurdistanê çekdan bide wan û rê bide xortên wan ku parastina devera xwe bikin, lê Barzanî got: “Divê em vê yekê di nav xwe de gotûbêj bikin. Herwiha divê ew yek di bin siya Wezareta Pêşmerge de be.”

Rudaw
Top